Hat ragihandin ku duh (26’ê hezîran) li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama pevçûna di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de herî kêm leşkerek mir û 1 jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestixitin, li bejahiya navçeya Dihê, karwanê leşkerî yê artêşa Tirk ket kemîna gerîlayan û herî kêm 1 leşkere mir û yek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku pevçûn heta derengiya şevê berdewam kir û herêm bi hêlîkopterên kobra hatin bombebarankirin.