Li Sêrtê 10 zarok serbest hatin berdan

Li Sêrtê 10 zarok serbest hatin berdan

Li Sêrtê 10 zarokên sala borî di bûyeran de hatibûn binçavkirin û girtin, serbest hatin berdan.

Li Sêrtê 10 zarokên di sala 2011 de di bûyerên civakî de hatibûn binçavkirin û girtin, serbest hatin berdan. 10 zarokên 14 û 18 salî yên ku bi hinceta "Propagandaya rêxistine kirine" hatibûn girtin, di çarçoveya Pakêta Darezê ya 3'yemîn şevê din hatin tahliye kirin. Piştî ku agahiya dê zarok bên tahliye kirin hat koma di nav de Şaredar Selîm Sadak, Serokê TUHAD-DER Îrfan Baykara û malbatên zarokan jî heyî piştî fitarê çûn li ber deriye Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Zarokên ku şev demjimêrên derengî hatin tahliye kirin, bi konvoya bidehan wesayitan pêk hat birin mala wan.

Navê zarokên hatin tahliye kirin evin: C.T., B.A., M.Ç., M.S.T., Î.S., Y.B., K.B., M.Ş.D., N.B. û A.D.