Li seranserî kantona Cizîrê çalakiyên 8’ê Adarê
Li Kantona Cizîrê çalakiyên 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê berdewam dike, Endamên Kongreya Star serdana gorên şehîdan û Saziyên Civaka Sivîl kirin.
Li Kantona Cizîrê çalakiyên 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê berdewam dike, Endamên Kongreya Star serdana gorên şehîdan û Saziyên Civaka Sivîl kirin.
GIRKÊ LEGÊ
Şandeyeke ji Kongreya Star a herêma Girkê Legê serdana Akademiya Bîrîndarên, Navenda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Asayîşa Jinê, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Çand û Huner kir û Roja Jinên Cîhanê li wan pîroz kir.
Şandeyê, serdana Akademiya Şehîd Rizgar, birîndarên şer ên bajaroka Rimêlan kir, şande ji aliyê endamên akademiyê ve hate pêşwazkirin.
Di serdanê de Endama Kongra Star Ebdulwehay li ser wateya roja jinê axivî û hemû birîndar bi vê munasebetê pîroz kir.
Endamê Akademiyê Hemze Tolhildan jî ji aliyê xwe de malavahiya şandeyê kir, Tolhildan bi kurtasî li ser akademiyê û rola perwerdeyên wê li ser şervanên birîndar axivî.
Piştre şandeya Kongra Star berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Rimêlan û roja jinê li endaman pîroz kir.
Her wiha endamên Kongra Star serdana Navenda YPJ’ê ya Girkê Legê kirin, şande ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin.
Endama Kongreya Star Xezne Temo û şervana YPJ’ê Arîn Mehemd Roja Jinê li hemû jinan pîroz kirin, paşê jî çûn serdana Navenda Asayîşa Jinê ya Girkê Legê.
Bi heman munasebetê endamên Kongreya Star kolan bi wêneyên têkoşerên jin xemilandin.
DÊRIK
Bi dehan endamên Kongreya Star, şervanên YPJ’ê û Asayîşa Jinê ku cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn, li qada Azadî kom bibûn û ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê, endaman destekên gul danîn ser gorên şehîdan.
Paşê jî jin çûn serdana Wargeha Newroz û roja jinê li jinên Êzîdî pîroz kirin, Rêvebera Kongra Star Daliya Şibîl bang li hemû jinan kir ku asta têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin ku hemû jinên ku bi destên DAIŞ’ê hatine revandin, rizgar bikin.
Li ser navê jinên Kampê Rehbet Şemî Remo spasiya şandeyê kir û got ku azadiya ku jinan bidestxistine xwe dispêre fikrê Ocalan.
Li aliyekî din jî, Şandeyek ji Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Welîde Hesen û Derya Remedan serdana Asayîşa Jinê ya Dêrikê kir, şandeyê roja jinê li wan pîroz kirin û desteyên gulan diyarî endaman kir.
HESEKÊ
Şandeyeke ji Kongreya Star a bajarê Hesekê çûn goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê.
Endamên kongreya Star bi cil û bergên xwe yên Kurdî li pêşiya Navenda xwe ya taxa Tel Hecer kom bûn, paşê jî berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê.
Li goristanê jî şandeya Kongreya Star ji aliyê şervanên YPJ’ê, jinên asayîşê û hêzên Parastina Civakî ve bi turaneke leşkerî destpê kir.
Fermandara YPJ’ê Mizgîn Kobanê axivî û roja jinên cîhanê li hemû jinan pîroz kir.
Mizgîn Kobanê bal kişand ser têkoşîna jinên Rojava û got ku jinên Rojava karibûn di hemû qadên civakê de rola xwe isbat bike û li tevahî cîhanê deng vede.
Rêvebera Kongreya Star Inûd Qero jî ji aliyê xwe de diyar kir ku jinan Rojava ji hişmediya zilam û koletiyê rizgar bike, Inûd destnîşan kir ku têkoşîna jina Rojava xwe dispêre ramanê Rêber Ocalan û soza berdewamkirina vê rêyê heta avakirina civakek demokratîk da.
Endamên Kongreya Star di dawiya serdana xwe posterên Rêber Ocalan diyarî şervanan kirin. Her wiha destgehên gulan danîn ser gorên şehîdan. Jinan durişmeyên” Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
QAMIŞLO
Bi dehan jinên kongreya Star û jinên bajarê Qamişlo li pêşiya çerxerêya Miştenûr a taxa Sîna çalakiyek li dar xistin.
Jinan bi cil û bergên Kurdan, alên Kongreya Star, YPJ’ê, TEV-DEM’ê û pankartên, “Şoreşa ku jina azad neke, ne şoreş e” vekirin, daxuyaniyek dan.
Çalakî bi daxuyaniyeke destpê kir, daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Henîfe Mehemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin : “Dîroka jinê bi êş û azaran tijî ye, eger em dîroka xwe nas nekin, em rastiya xwe nas nakin, di vir de jî em ê nikaribin têkoşîna xwe ya li hemberî zîhniyeta zilam berdewam bikin, ji ber vê yekê naskirina dîroka jin tê wateya girêdana bi nirxên mirovahî û civakî ye.”
Henîfe Mehemed diyar kir ku îro gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li hemberî hovîtiya terora Erdogan ve tê, li dijî wan kiryarên derexlaqî pêk tîne, malan wêran dikin, jin, zarok, kalên li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Sûr dikujin.
Henîfe Mehemed di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku 8’ê Adarê wê bibe şoreşeke layiqê bihara gelên azadîxwaz, ji ber ku jina Kurd, pêşengtiya xwe ji hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê re isbat kir. Henîfe da zanîn ku erka herî mezin a ku ji jinan tê xwestin ew asta têkoşîna xwe ji bo azadiya zayend, ekolojiya li hemberî sîstemên ku dibin metirsî li ser azadiya jinê bilind bikin.
Piştre jî jinan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan û li wir deqeyekê rêz girtin.