Li ser sînorê Nisêbînê tedbîqata tankan

Li ser sînorê Nisêbînê tedbîqata tankan

Piştî ku artêşa Tirk tankan şand ser xeta sînor a bajarên Bakûrê Kurdistanê Riha û Kilîsê, vê carê jî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tedbîqata tankan kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê û piştî Kurdan li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê rêveberî bi dest xistin, artêşa Tirk li ser sînor ket nava liv û tevgerê. Hat ragihandin ku tank şandin ser xeta sînor a Riha û Kilîsê û li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî tedbîqata tankan hate kirin.

Hat ragihandin din ku 25 tank beşdarî tedbîqatên bûn û fermandarên payebilind ên Tirk ên li herêmê temaşeyê tedbîqatê kirin.