Hate zanîn ku operasyona li herêma Oremarê ya Navçeya Gevera Colemêrê piştî pêvçûnan hatibu destpêkirin, didome. Ji aliyê din hate ragihandin ku li herêma Bajêrgehê jî operasyonekî berfireh hatiye destpêkirin.
Operasyona ku di 19'ê hezîranê piştî pêvçûnê li herêma Oremarê ya Navçeya Gevera Colemêrgê hatibû destpêkirin didome. Hate zanîn ku li çolterên gundê Dirbisan, Dotkan, Şîşemzîn, Xurekana serî, Xurekana binî, Basan û Sorya bi helîkopteran yekîneyên taybet tên daxistin. Hate ragihandin ku pezên gundiyan ji zozan û cihên çiyayî daxistin gundan. Her wiha operasyona ku li herêma Oremar û Satê hatibû destpêkirin didome. Ji bilî vê tevgerên hewayî yên balafirên şer didome û ji tabûrên Rûbarok top diavêjin Çiyayê Govendê û Qelîtê. Her wiha herêma Çiyayêreş a li Herêma Kurdistana Federal bi topên obus û hewanê yên ji tabûrên Şepeta û Navberojan tên avêtin, tê bombebarankirin.
Hate zanîn ku polîs û leşkeran li navenda navçeya Şemzînanê û taxên wê de kontrola nasnameyan zêde kirine.