Li ser rêya Colemêrg-Wanê teqîn

Li ser rêya Colemêrg-Wanê teqîn

Li ser rêya herêma di navbera Pira Nû ya noqta leşkerî ya lêgerînê û Pira Gençlikê ya Colemêrg-Wanê de dema derbazbûna karwana leşkerî de teqînekê rû da.

Li ser rêya herêma di navbera Pira Nû ya noqta leşkerî ya lêgerînê û Pira Gençlikê ya Colemêrg-Wanê de teqemeniya ku li ser rê hatibû bicih kirin teqiya.

Di encama teqînê de hêjmara birîndaran nehate zanîn, lê belê hate dîtin ku, leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. Hate ragihandin ku, piştî teqînê li herêmê liv û tevgera hewayî destpê kir.

Îro di nîva rojê de jî li duriyana Mezra Zorgeçit ya gundê Baglarê ser bi navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, dema ku du wesayîtên leşkerî derbaz dibûn teqînekê rû da. Di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.