Li Şengalê çeteyek hat kuştin

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin ku li taxa Xeyr Nasir a Şengalê, derb li wesayîteke çeteyan hatiye xistin û çeteyek hatiye kuştin.

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin ku li taxa Xeyr Nasir a Şengalê, derb li wesayîteke çeteyan hatiye xistin û çeteyek hatiye kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand, ku yekîneyên berxwedanê di 16'ê Cotmehê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Roja 16'ê Cotmehê saet di 17:00 de, yekîneyên me yên berxwedanê li taxa Xeyr Nasir çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Roja 16'ê Cotmehê saet di 12:00 de, wesayîteke çeteyan a ji Kizilkentê diçû Şengalê hedef hat girtin û derbên xurt lê hat xistin. Encama vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.

Di 16'ê Cotmehê saet 15:00 de, balafirên şer ên koalîsyonê li çeteyên li navenda Şengalê xistin. Der barê encama van lêdanan de agahiyek nehat bidestxistin."