Li Şemzînanê çalakî: 5 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê roja 7'ê Tîrmehê li hemberî qereqola Durê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi du baskan ve hat kirin de 5 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Gerîlayên HPG'ê roja 7'ê Tîrmehê li hemberî qereqola Durê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi du baskan ve hat kirin de 5 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Gerîlayên HPG'ê roja 7'ê Tîrmehê li hemberî qereqola Durê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi du baskan ve hat kirin de 5 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên rojên dawî û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Roja 7'ê Tîrmehê saet di 18:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Durê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyek lidar xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperekê xist, çeper ji holê rakir. Li vê derê 2 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî berê xwe da nîzamiya qereqolê û di encama derbên li vê derê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqola Durê û Tûgaya Şemzînanê bi hawan û çekên giran êrîşî derdora xwe kirin. Li dû çalakiyê gelek ambûlansan mirî û birîndarên leşkeran rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên di operasyona li Licê de şehîd ketin hat lidarxistin.
ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GENÎŞ TEPE
Hêzên me yên gerîla di 7'ê Tîrmehê saet di navbera 14:00-15:00 de bi çekên giran li leşkerên li 'Genîş Tepe' ê li herêma Şemzînanê xistin. Di encama vê çalakiyê de şewat bi konên dijmin ket; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI MINTIQEYA BÊRMÊ YA GABARÊ BARANDIN
7'ê Tîrmehê saet di 11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeya Bêrmê ya li herêma Gabarê barandin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêmê geriyan.
6'ê Tîrmehê, tabûrên TRT Gabar û Girê Cotyar obus û hawan avêtin mintiqeya Gelî ya li Gabarê. Artêşa TC roja 2'ê Tîrmehê ji qereqolên Evnê Bênat, Zivingê, Findikê, Gundikê Şêx û girên Suadiye, Zivingê û Guvenlîk, obus û hawan avêt mintiqeya Findikê ya li Gabarê. Ji ber bomberdûmanê şewat bi herêmê ket.
5'ê Tîrmehê saet di 19:00 de, gerîlayên me li hemberî yekîneyeke leşkerî ya girê Nîvro yê qereqola Bespîn a Silopiyayê diparast, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya bi çekên giran hat lidarxistin de derbên giran li kozika 4 leşker tê de bûn hat xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar a li vê derê nehat zelalkirin. Artêşa TC piştî çalakiyê obus avêt herêmê. Ji ber vê yekê li gundê Sarpitnê û Girê Çolya şewat derket.
6'ê Tîrmehê saet di navbear 09:30-11:00 de artêşa TC ji qereqolên Bespîn û Mila Guryayê, obus û hawan avêt qadên Girê Çolya û Geliyê Hasana. Balafirên keşfê yên bê mirov jî li herêmê geriyan. Şewata li vê herêmê derketiye hê dewam dike.
Roja 7'ê Tîrmehê saet di navbera 09:00-12:00 de balafirên şer bombe li qadên Girê Hirmo, Girê Çolya û Navsera Cûdî yên li Çiyayê Cûdî barandin. Ji ber vê bomberdûmanê li qadeke berfireh şewat derketiye."