Li Şemdinlî û Stenbolê 3 kes hatin girtin
Li Şemdinlî û Stenbolê 3 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin binçavkirin
Li Şemdinlî û Stenbolê 3 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin binçavkirin
Li Şemdinlî û Stenbolê 3 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin binçavkirin
ŞEMZÎNAN
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Mehmet Emîn Kaçar û Ûygar Arslan ên beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Piştî karûbarên şêwazê dadgeha dewleta Tirk Kaçar û Arslan li îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.
KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Danê êvarî jî polîsan avêtin ser maleke li Taxa Yenî. Di serdegirtinê de Emîn Yûrdakûl hat binçavkirin û birin Emniyeta Navçeyê. Hinceta binçavkirina Yûrdakûl nehat diyarkirin.
KOCAELÎ
Xwendekarên ku xwestin 30 hevalên wan ên Zanîngeha Kocaeliyê hatine binçavkirin serbest bên berdan, rastî êrîşa polîsan hat. Polisan di êrîşê de 2 xwendekarên din binçav kirin.
Xwendekarên şoreşger û welatparêz ên Zanîngeha Kocaeliyê (KOU), bi boneya dorpêça dewletê ya li Kurdistanê û komkujiya Roboskê şermezar bike çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 30 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên zanîngehê bi boneya hevalên wan ên hatine binçavkirin bên berdan, li ber Parka Mafên Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê. Polîsan êrîşî koma ciwanan kir û 2 endamên DEM-GENÇ'ê binçav kirin.
30 xwendekarên KEU hêj li Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên rawestandin.
STENBOL
Li Stenbolê jî, ji 4 kesên ku duh hatin binçavkirin 2 kes piştî karên li dozgeriyê serbest hatin berdan, ciwanê bi navê Okan Ant ji ber parvekirinên xwe yên di tora civakî de bi îddiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hate kirin. Hate zanîn kesê din ê hatibû binçavkirin, ji ber nexweşketiye ew rakiri nexweşxaneyê.
Her wiha, 3 kesên ku di saetên sibê de li Esenyurtê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan.
Li Bursayê jî, ji 39 kesên ku duh hatibûn binçavkirin 36 kes piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan, 3 kesên din jî li dozgeriyê ne.