Li Şaxê Newroz hat pîrozkirin: Em azadiyê bi dest bixin
Gelê Şaxê bi ruhê berxwedanê Newroz pîroz kir.
Gelê Şaxê bi ruhê berxwedanê Newroz pîroz kir.
Gelê Şaxê bi ruhê berxwedanê Newroz pîroz kir.
Li Şaxê jî Newroz di Qada Besta Îke de bi tevlîbûna bi sedan kesî ve hate pîroz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevserokê Bajêr ê HDP'a Wanê Veysî Dîlekçî, Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu jî di nav de gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bû. Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe cejna Newrozê li gelên berxwedêr pîroz kir. Di pîrozbahiyê de nameya Hevşaredara Şaxê Evîn Keve jî hate xwendin.
4 BINÇAVKIRIN
Piştî pîrozbahiyê ciwanên bi navê Necîp Sîpal, Sînan Sîpal, Hakan Pekbay û Fatîh Akdemîr hatin binçavkirin.