Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo du jinên girtî greva giştî destpê kir

Piştî ku dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî erê kir, li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî pêk hat.

Li ser banga şeş partiyên siyasî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê kar dikin, îro greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê hebû.

Aktîvîst, malbat û girtiyên siyasî, mexdûrên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî', xwendekar û partiyên siyasî yên tevlî greva giştî bûn, dixwazin cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn bê betalkirin.

Pexşan Ezîzî 23'ê Tîrmeha 2024'an hate binçavkirin û piştre Şaxê 26'an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê lê birî.

Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan 8'ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn erê kiriye.