Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya

Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd hejiya.

ERDHEJ

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdhej li gorî dema herêmî di saet 04.32’yan de çêbûye. Hat tespîtkirin ku navenda ku erdhej lê çêbûye, bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kırmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Hat diyarkirin ku erdhej 8 kîlometre di kûrahiya erdê de çêbûye.

Rayedarên Îranê anîn ziman ku di encama erdhejê de ti zirarên mal û can çênebûne.