Li Rihayê agirê Newrozê geş dibe
Pîrozbahiyên Newrozê tevî astengiyên AKP’ê li dijî polîtîkayên zext û pelçiqandinê li navçeyên Rihayê tên pîrozkirin. Li Pirsûs, Heweng û Bêrecûkê agirên Newrozê hate pêxistin.
Pîrozbahiyên Newrozê tevî astengiyên AKP’ê li dijî polîtîkayên zext û pelçiqandinê li navçeyên Rihayê tên pîrozkirin. Li Pirsûs, Heweng û Bêrecûkê agirên Newrozê hate pêxistin.
Li Pirsûsê tevî dorpêç û qedexeyên AKP’ê jî bi tevlîbûna sedan kesî Newroz hate pîrozkirin, Gelê li ber Şaredariya Pirsûsê kom bû, pankarta “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” vekirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê, Hevşaredarên Pirsûsê, nûnerên rêxistina civaka sivîl û bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi agir pêxistina Kurkçu destpê kir. Têkîldarî qedexeya Newrozê jî daxuyanî hat dayîn.
Li vir Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê Sûphî Koçyîgît axivî, bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, got: “Hûn ji kesên li Newrozê li hev dicivin ditirsin. Em her dibêjin aştî, desthilatiya we diheje. Her em dibêjin aştî, tifaqên we yên qirêj derdikeve holê.”
‘EM Ê ERDOGAN BIŞÎNIN SERGOYÊ DÎROKÊ’
Parlamenterê HDP’ê Kurkçu jî diyar kir ku wê Newroz li tevahî welêt bê pîrozkirin, anî ziman ku agirê Kawayê Hesinkar wê ti carî venemire. Kurkçu got, “Yên agirê vê Newrozê pêxistin hê li ser vê axê ne, lê wê piştî demekê Erdogan tinebe” û wiha dewam kir: “Cihê Erdogan û zalimên wek wî sergoyê dîrokê ye. Em ê bi hev re Erdogan bişînin wir. Bi zilm û zorbetiyê biratî çênabe.”
HEWENG
Gel tevî qedexeya Walîtiya Rihayê jî li derdora agirê Newrozê kom dibe. Gel ê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Hewengê civiya, bi Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan, Hevşaredar Zeynel Dogan û Fatma Dogan re ber bi Qada Cûmhûriyetê ketin rê. Girseyê pankart vekir, dirûşm berz kirin. Piştî girse gihişt qadê, li ser navê girseyê Hevseroka DBP’ê ya Rihayê Hîdayet Enmek têkîldarî wate û girîngiya Newrozê axivî, destnîşan kir ku wê qedexeyan guhdar nekin.
‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bal kişand ku di pêvajoya çareserî û aştiyê de ti kesek nemirî ye, wiha axivî: “Îro welat bi kaosekê re ketiye xeteriya şerê hundirîn. Ji bo xwîn neherike divê atmosferek aştiyê bê avakirin. Ji bo vê jî em ê têbikoşin.”
Gel piştî axaftinan agirê Newrozê pêxist, li derdor govend gerand. Gel li ber stranên Koma Lolan a Komaleya Çand û Huner a Rihayê dirûşmeyên piştgiriya Ocalan û berxwedanên xwerêveberiyê berz kirin. Piştî pîrozbahiyê gel hate ber avahiya HDP’ê ya navçeyê, bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê ve pîrozbahî temam kir.
BÊRECÛK
Li navçeya Bêrecûka Rihayê jî ku welatî xwestin Newrozê pîroz bikin rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Bi sedan kes ku di navbera wan de parlamenterên HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan jî hebûn, xwestin agirê Newrozê pêxin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîs bi guleyên plastîk û ava şid êrîşê girseyê kir û bi dehan kes birîndar kir. Lê, di encama berxwedana gel de ku gel dîsa vegeriya ber avahiya navçeyê, Baydemîr daxuyaniyek da. Baydemîr êrîşa ku pêk hat şermezar kir. Baydemîr agirê Newrozê bi qerewata xwe pêxist û hêzên dewletê şermezar kir.