Li rêya Amed-Çewlikê û Heftanînê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla li rêya Amed-Çewlikê çalakiya ‘rê girtinê’ pêk anîne, li Heftanînê jî leşkerên di çêkirina rê de cih digirtin bûne hedefa wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê têkîldarî bomberdûmanan jî detay parve kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya li rêya Amed- Çewlikê ev agahî parve kirin:
“13’ê Adarê saet 09.00-11.00’an hêzên gerîlayên me rêya Amed-Çewlikê girtine. Hêzên me yên li vir kontrola nasnameyan kirin, her wiha 4 wesayîtên ji hikûmeta AKP’ê re dixebitî dan rawestandin, alavên tê de destser kirin, 4 wesayît jî bi şewitandinê îmha kirin.”
HPG’ê da xuyakirin ku li hember hêzên artêşa Tirk ê li Heftanînê ku li sînorê Başûr-Bakurê Kurdistanê ye, di çêkirina rê de cih digirtin hatine hedefgirtin, wiha got:
“17’ê Adarê saet 15.00’an artêşa TC a li qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê herêma Heftanînê ya ji Herêmên me yên Parastina Medyayê bi cih bûne, hewl dan rê çêkin. Hêzên gerîlayên me leşker û kepçeyên di çêkirina rê de cih digirtin kirin hedef û bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”
HPG’ê têkîldarî bomberdûmana li ser qadên gerîla jî ev detay parve kirin:
“17’ê Adarê saet 15.00-17.00’an qereqola Şkêr a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê; qada Çiyayê Reş a girêdayî Herêma Zapê, saet 22.00-23.00’an qereqola Tepê Ortê; dîsa qada Çiyayê Reş, saet 21.00-22.30’an qereqola Bîlîcanê herêmên derdora xwe bi obus, hewan û tankan bombe kir.
17’ê Adarê saet 22.00-23.00’an artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt a li xeta sînorê herêma Avaşînê bi cih bûne, derdorên xwe dan ber çekên giran.
17-18’ê Adarê saet 17.30-18.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 21.00-06.30’an li ser herêma Zapê, 18’ê Adarê saet 06.00-10.30’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.”