Li Ranyayê wê ji bo şehîd Mahîr Destîna merasîma bîranînê were lidarxistin

Li bajarokê Çarqurne yê Ranyayê ji bo şehîd Mahîr Destîna (Rêşiwan Salih) merasîma bîranînê dê were lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 Gerîlayên Azadiyê ku di sala 2020’an de şehîd bûyîn belav kir. HPG’ê got: “Em hevrêyên xwe Gelhat Egîd, Kurtay Feraşîn, Şervan Şoreş, Rizgar Rojka, Argeş Bagok, Mahîr Destîna û Şiyar Destîna Zana yên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan û di têkoşîna azadiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştin şehadetê, em bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Ji bo şehîd Mahîr Destîna (Rişvan Salih) yê ji Başûrê Kurdistanê dê sibe li bajarokê Çarqurne merasîma bîranînê were lidarxistin.

Merasîma bîranînê sibe saet 14:00’an de li Mizgefta Selahedîn ya li bajarokê Çarqurne ser bi sînorê îdareya Raperîn dê were lidarxistin.