Li Qoserê wê sibe gel li qadan be

Bi pêşengiya KESK û DÎSK'ê wê sibe bi dirûşma "Ne me ev şer daye destpêkirin, lê em ê bi berxwedaneke bi rûmet bi ser bikevin" meşek tê lidarxistin. Ji bo beşdariya li meşê, belavok hatin belavkirin û bang hat kirin.

Bi pêşengiya KESK û DÎSK'ê wê sibe bi dirûşma "Ne me ev şer daye destpêkirin, lê em ê bi berxwedaneke bi rûmet bi ser bikevin" meşek tê lidarxistin. Têkildarî meşê, esnaf û gel hatin ziyaret kirin û belavok hatin belavkirin. 

Di belavokên ji aliyê ku rêxistinên KESK, DÎSK, DBP, HDP ên navçeya Qoserê, Hevşaredarên Qoserê, Dayikên Astiyê û MEYADER ve ve hatin belavkirin de hat gotin: "Ji bo em dengê xwe li dijî komkujiyên li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û Kerboranê tên kirin bilind bikin, sibe em daxuyaniyekê didin çapemeniyê. Em li bendê ne ku gelê Qoserê beşdarî vê çalakiya me bibe."

Daxuyanî wê sibe saet di 13:00 de li Qada Azadiyê bê dayîn û piştre meşek were lidarxistin.