Li Qoserê polîsan êrîşî meşa ji bo Erdem kirin

Piştî mewlûda ji bo Cengîz Erdem ê li Qoserê hat qetilkirin hat dayîn, girseya hewl da bimeşe cihê Erdem hatiye qetilkirin rastî êrîşa polîsan hat.

Ji bo Rêveberê DBP’ê yê Qoserê yê 12’ê Çielyê li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê hêzên dewletê di wesayîta di nav tevgerê de bi gulebaranê hat qetilkirin, malbat û MEYA-DER’ê mewlûd da.  Mewlûd li Taxa Berçem a Qoserê hat dayîn.

Piştî mewlûdê, girse li pêşiya Navenda Jiyana Bi Tendurist a Ûbeydûllah a Taxa Tûrgût Ozal a Şaredariya Qoserê hat cem hev hewl da ber bi cihê Erdem hatiye qetilkirin bimeşin. Polîsan ji ber meşê tedbîrên ewlehiyê yên zêde girtin, kolan bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin . 

Girse bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E” û “Şehîd Namirin” qîr kirin wêneyên Aydin Erdem û Cengîz Erdem rakirin. 

Piştî demek kurt a meşê polîsan bi ava şid êrîşî gel kirin, li ser vê gel jî bi keviran xwe parast. Ji ber êrîşî apê Erdem Zekeriya Erdem bi sivîkî birîndar bû, polîs bi zorê ket Mala Jiyana Tendurist û ji xebatkaran re heqaret kir.