Li Qoserê, polîsan êrîşî çalakiya protestoyî kirin

Li Qoserê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi pêşengiya KJA'yê daxuyaniyek hat dayîn. Lê belê polîsên Tirk êrîşî daxuyaniya çapemeniyê kirin.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, KJA'yê xwest, ji bo şermezarkirina rewşa awarte ya li Cizîr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê, li Meydana Azadiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Bi sedan kesên li qadê ji bo dayîna daxuyaniyê amade bûn, pankarta bi nivîsa "Xwerêveberî bi berxwedanê tê parastin" vekirin. Di dema destpêkirina daxuyaniyê de polîsên dewleta Tirk bêyî hişyariyekê bidin, yekser bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin.

Tevî vê êrîşê jî Kurdistaniyan qad neterikandin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" berxwedanên xwerêveberiyê silav kirin.

Li kolanên derdorê jî, ciwanan bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Berxwedana gel û êrîşa polîsên Tirk li kolanan dewam dikin.