Li Qoserê Mala Piştgiriyê ya Şaredariyê hate girtin

Li Qoserê Mala Piştgiriyê ya Şaredariyê hate girtin

Piştî duh Qeymeqamiya Wêranşarê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê girt, îro jî Qeymeqamiya Qoserê bi heman hincetê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê girt.

Qeymeqamiya Qoserê derbarê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê de biryara girtinê da. Piştî duh Qeymeqamiya Wêranşarê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê girt, îro jî Qeymeqamiya Qoserê bi heman hincetê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê girt. Qeymeqamiyê heman hincet nişan da û diyar kir ku li dijî sînorê peymana Wezareta Perwerdehiya Neteweyî tev geriya ye û biryara girtinê da.