Li Qoserê mala ku hevşaredar lê ne ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin
Li Qoserê, piştî êrîşên polîsên Tirk ên li hember meşa ku terora dewletê protesto dikir, ne aramiya li bajar didome.
Li Qoserê, piştî êrîşên polîsên Tirk ên li hember meşa ku terora dewletê protesto dikir, ne aramiya li bajar didome.
Li Qoserê, piştî êrîşa polîsên Tirk a li hember meşa ku terora dewletê protesto dikir ,ne aramî li bajar didome. Êrîşa polîsan a li hember meşa li taxa Merzopotamya û Berçem hê didome, di heman demê de hevşaredarên Qoserê yê ji bo ziyaretê çibûn mala nexweşeke li heman taxê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Li gelek cihên herêma Qosera, piştî destwerdana polîsan a li ser meşa ku terora dewletê û êrîşên li hember gel protesto dikir rastî êrîşa polîsên Tirk hat, pevçûnên li herêmê didomin. Piştî êrîşan, ciwanan li taxa Mezopotamya û Berçem meşa xwe berdewam kir, lê polîsan dîsa êrîş pêk anî. Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman ên ji bo ziyaretkirina nexweşeke li heman taxê bûn, ji aliyê polîsên Tirk hatiye dorpêçkirin.
Hat ragihadin ku li gelek cihên taxê dengê çekan bilind dibe.