Hate hînbûn ku şeva Çarşemê zarokê binavê Mehmet Yalçin (16) salî yê li navçeya Qosera Mêrdînê bedena xwe daye ber agir. Dermankirina Yalçin li beşa lezgîn didome.
Li gorî agahiyan, li navçeya Qoser ya Mêrdînê zarokê binavê Mehmet Yalçin (16) duh di demjimêrên 21.00’ê şevê bedena xwe daye ber agir. Tê gotin Yalçin tenê li mal bû, kolonya di ser bedena xwe de rijandiye û agir pêxistiye.
Yalçinê ku piştî bedena xwe da ber agir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, piştre bi ambulance rakirin Beşe Onkolojî ya Zanîngeha Dîcleyê. Bavê Yalçin, Mehmet Alî Yalçin diyarkir ku, kurê wî hatiye dermankirin lê belê hêjan xeteriya jiyana wî didome. Bavê Yalçin anî ziman ku, ew nizane kurê wî ji ber çi xwe şewitandiye.
Didin diyarkirin ku, dibe Yalçin ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da be ber agir.