Pevçûna ku di navbera polîs û koma ku tê îdîakirin kasibkariya cigareyan dike de, polîsek hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Polîsan ya Qersê hate ragihandin ku, mînîbûsa ku bi hinceta kasibkariya cigareyan dike hatiye şopandin û xwestine li duriyana Anî rawestînin. Di daxuyaniya ku tê de tê diyarkirin, 2 kesên xwestin bi mînîbusê birevin li Parka Mesût Yilmaz qeza kirin, di navbera kesên ji mînîbus derketî û polîsan de pevçûn derket, di encama pevçûna çekdarî de polîsek hate kuştin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di wesayîtê de 5 hezar paketên cigareyan hatin desteserkirin.