Li Dêrsimê li dijî qereqola cendirmeyan ya navçeya Pulurê êrîşa bi roketan pêkhat. Pevçûna ku piştî êrîşê çêbûyî hêjan didome, artêşa Tirk dest bi bombebaran kirina herêma daristanî kir.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di demjimêrên 16.00’an yên êvarê de li dijî qereqola Cendirmeyan ya Kûşlûca Pulurê bi roket avêj û çekên lûle dirêj êrîş hatiye pêkanîn. Êrîşa ku hat ragihandin ji sê milan ve çêbûye, piştî êrîşê şer derket.
Piştî êrîşa ku hat ragihandin ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatiye pêkanîn û pevçûn derket, hat ragihandin ku, dema ku artêşa Tirk nekarî ji bejahî ve bikeve herêmê, li hewa bi helîkopteran veguhestina leşkerî pêkanî.
Rayedarên Tirk di pevçûna ku bi êrîşkirinê destpêkirî, diyarkirin ku windahiyên leşkeran tune ne, her wiha hat aşkera kirin ku herêmên daristan ji aliyê helîkopteran ve têne bombebaran kirin.
Li herêmê pevçûn didomin…