KCD û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên ku ji bo tevlî çalakiya bi dirûşima "Em Roboskî ji bîr nekir, em ji bîrnakin û nadin jibîrkirin" a bi navê "Ji Roboskiyê re Edalet" bibin derketin rê bi hinceta biryara Walîtiyê heye destûr nedan biçin.
Bi ser komkujiya Roboskiyê re 183 roj derbas bûn. Bi pêşengiya KCD'ê û beşdariya gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakê dê li gundê Roboskiyê "Nobeta Edalatê ya ji bo Roboskiyê" bê girtin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê Halîl Aksoy û Esat Canan, KESK, Genel-Îş, MEYADER, Dayîkên Aştiyê, Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, saziyên çand û jinan, ESP, EMEP, şaredar û gelek kesên din ji bo tevlî nobetê bibin ji Amedê ber bi Roboskiyê ve derketin rê. Kesên derketin rê li Kasrîkê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û piştî kontrola nasnameyan destûra derbasbûna wesayîtan hate dayîn.
Pişt re wesayît li Qereqola Mîllî ve hatin rewastandin. Xebatkarên çapemeniyê jî ji aliyê leşkeran ve hatin rewastandin û piştî demek dirêj hatin rewastandin hate gotin li ser biryara walîtiyê tenê dê destûra parlementeran bidin. Li ser vê yekê di navbera leşker û girseyê de nîqaşan dest pê kir û dem dem rageşî derketin. Leşkeran destûr nedan rojnameger dîmenan bikşînin. Sekna Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û nûnerên rêxistinên sivîl li nokteyê berdewam dike û hevdîtin jî berdewam dikin.