Li Patnosê 3 kes hatin binçavkirin

Li Patnosê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Patnosa Agiriyê polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin.

Li navçeya Patnosê ya Agiriyê yekîneyên midûriyeta polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçav kirin. Hate îdîakirin ku, yek jê endamê HPG'ê bi navê Çiya yê ji Sûriyeyê bigiştî 3 kes hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Agiriyê.