Li Parîsê di resepsiyona Newrozê de qetlîam hatin şermezarkirin
Resepsiyona Newrozê ya li Parîsê çêbû gelek Fransiz jî beşdar bûn. Di resepsiyonê de li dijî qetlîamên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd peyama piştgiriyê hat dayîn.
Resepsiyona Newrozê ya li Parîsê çêbû gelek Fransiz jî beşdar bûn. Di resepsiyonê de li dijî qetlîamên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd peyama piştgiriyê hat dayîn.
Li paytexta Fransa Parîsê di Navenda Cîvaka Demokratik a Kurda( NCDK) de resepsiyona Newrozê hat dayin. Di resepsiyona ku duh şev seat 18.00’an de destpe kir de Partiya Komînîst a Fransayê, Partiya Çep, MRAP, Kesk û Kurdistaniyên li Fransayê beşdar bûn.
Nûnerê Antî- Faşîst (MRAP) Rene Mînîon dest bi axaftinê kir û mêvan hatin silav kirin. Koma zarokan tembûr lê dan û endamê TEV-ÇAND’ê jî konser dan.