Li Parîsê çalakiya ‘Edalet û Ronahiyê’

Çalakiya “Edalet û Ronahiyê” ya li Parîsê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd pêk tê, vê hefteyê jî dom kir. Ji ber qetlîamên li ser Kurdistanê vê heftê Kurdistaniyan meşek bê deng li dar xistin.



Çalakiya “Edalet û Ronahiyê” ya li Parîsê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd pêk tê, vê hefteyê jî dom kir. Ji ber qetlîamên li ser Kurdistanê vê heftê Kurdistaniyan meşek bê deng li dar xistin.

Çalakiya “Edalet û Ronahiyê” ya ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê di 9’ê Çile 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk di saet 14.00’an de destpê kir.

Di çalakiya bê deng hat lidarxistin de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de belavokên ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê û balê bikşînin ser qetlîamên Kurdistanê hatin belavkirin. 

Çalakî li pêşiya avahiya Bûroya Enfarmasyona Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê axaftinek kurt bi Fransî hat kirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: “ Di salvegera sêyemîn de daxwaza me ya edalet û ronîkirinê didome. Bi wesîleya salvagerê em bang li hemû gelê Ewropa, hemû Kurdistanî , demokrat û şoreşgeran dikin ku beşdarî meşa  9’ê Çileyê ya saet 10:00’an bibin.” Çalakvanan daxwaza ji Fransa ya ku hêzên li pişt qetlîamê bên ronîkirin dûbare kirin û bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve çalakî bi dawî kirin.

Endamên Yekgirtina Jinên Sosyalîst jî bi alan beşdarî çalakiyê bûn.

...