Li Parîsê aktîvîteya bîranîna şehîdan hat lidarxistin.
ANF
PARÎS
yekşem, 27 berfanbarê 2015, 20:27
Li Parîsê aktîvîteya bîranîna şehîdan hat lidarxistin. Aktîvîteya bîranînê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê ve hat lidarxistin. Rûken Bîngol (Sevcan Algunerhan), Armanc Kerboran(Huseyîn Akdogan), Şemsedîn Kara (Xelîl Alî) û Mûstefa Nazîf Aktaş li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê bi aktîvîteyekê hat bîranîn.
Aktîvîteya di saet 14:00’an de bi beşdarbûna zêde ya Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Uludag û xizmên şehîdan hestên xwe anîn ziman.
Dema xizmên Şehîd Armanc Kerboran û Rûken Bîngol helbestên li ser şehîdan nivîsandine xwendin di salonê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di aktîvîteya bîranînê de Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, rojnamevan û nivîskar Fûat Kav axivîn û wiha gotin: “Di kesayeta van şehîdan de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Xeyalên şehîdên me duh li Rojava îro li Bakurê Kurdistanê yek bi yek tên cih. Li hember şehîdan soza me û deynê me heye, azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê xelata herî bi nirx a ku em pêşkêşî şehîdan bikin. Li ser vî bingehî ji her demê zêdetir berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin, deynê xwe yê li hember şehîdan bi azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê bi cih bînin.”
Aktîvîte bi pêşendana sînevîzyonên li ser jiyana şehîdan û dirûşmên “ Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.