Li Parîsê berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê mîtîngek girseyî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê li pêşiya Kuleya Eîfel, li Qada Tracadero mîtîngek li dar xistin.
Mîtînga bi banga Konseya Kurdên Demokratîk ên Fransa (CDK-F) bi beşdarbûna Kurdistaniyan û hevbirên Yekîtiya Hêzên Demokratîk pêk hat.
Di mîtînga ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê destpêkir de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên polîtîkayên qetlîamker ên dewleta AKP’ê protesto dikin hatin hilgirtin.
Di mîtîngê de nûnerên sazîyên CDK-G, ACTÎT, FEDA û rojnamevan-nivîskar Fûat Kav axivîn. Di axaftinan de berxwedanên xwerêveberiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin, banga li tevahî welatparêz, çep, sosyalîst, şoreşger hat kirin ku bi berxwedanek topyekun ve piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Hate diyarkirin ku divê her tim di nav çalakiyan de pêvajo bê dagirtin. Hate destnîşankirin ku divê di raya giştî ya Fransa de li hember qetlîamên li ser Kurdistanê bê deng nemînin.
Mîtînga nêzî 2 saetan ajot bi dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Dewleta Qatil Ji Kurdistanê Biceheme” ve bi dawî bû.