Li Parîs û Strasboûrg ‘Nobeda edaletê’
Li Parîs û Strasboûrgê ji ber qetlîama 9’ê Çileya 2013’an çalakiya nobeda edaletê hat lidarxistin.
Li Parîs û Strasboûrgê ji ber qetlîama 9’ê Çileya 2013’an çalakiya nobeda edaletê hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ê li Parîsê dijîn ji bo damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Nûnera Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin daxwazên xwe yên edaletê didomînin. Di çalakiya li Strasboûrgê de jî Erdogan hat şermezarkirin.
PARÎS
Daxwaza edaletê weke her hefteyê roja Çarşemê ji bo ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Nûnera Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, îro jî hat xwestin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li pêşiya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê kom bûn, çûn pêşiya avahiya Parlementoya Fransa, daxwaza edaletê dûbare kirin.
Nobeta edaletê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Azad di saet 14:00’an de li pêşiya avahiya Parlamentoya Fransa bi rêzgirtinê destpê kir.
Tamîliyên ku piştgirî dan çalakiyê berxwedana Cizîr û Sûrê jî silav kirin.
Çalakiya nobeda edaletê ya ku nêzî nîv saetê dewam kir, bi dirûşmên “Qatil Erdogan” û “Şehîd namirin” û bi banga li hember qetlîamên dewleta Tirk ya li ser Cizîrê bikevin nava çalakiyan bi dawî bû.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransa jî çalakiya “Edaletê” hat lidarxistin. Di çalakiyê de Serokkomarê Tirk Erdogan yê ku berpirsiyarê qetlîamên ji destpêkê li ser Cizîrê û hemû Kurdistanê ye, şermezar û lenet kirin. Bêdengbûna dewletên Ewropa ya li hember qetlîamên dewleta Tirk jî hat protestokirin.
Kurdistaniyan peyam dan ku heta dewletên Ewropa û saziyên wê erka xwe bi cih nînin wê çalakiyan bidomînin.