Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya di 19’ê hezîranê de li Colemêrgê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê got; “Di 19'ê Hezîranê de di navbera saetên 04.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di derbarê şahadeta gerîlayên me de hejmara 15 hatibû dayîn. Li gor agahiyên dawî me zelal kir ku şahadeta rêhevalên me 14 ne. Pevçûnên di 19'ê Hezîranê de destpêkirine hîn jî li çiyayên Cîlo û Çarçelayan cîh bi cîh berdewam dikin.”
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê, di daxuyaniya roja çarşemê da de ragihadibû ku di çalakiyê de 109 leşker hatine kuştin, nêzî 100 leşker birîndar bûne û 4 helîkopterên skorsky hatine xistin.