Gerîlayê HPG’ê Helo Mihabad, di şerê li herêma Oremara navçeya Gevera Colemêrgê de 5 rojan li ser girê Şehîd Rehîme şer kir û bi giştî 8 leşker hatin kuştin. Gerîla Helo behsa vê peçvûnê kir.
Weke li her derên Bakûrê Kurdistanê, li navçeya Gevera Colemêrgê jî pevçûnên dijwar diqewimin. Artêşa Tirk ji bo bikare herêmên ketine bin kontrola gerîlayan derbixe, her tiştê dike. Yek ji van herêman jî Girê Şehîd Rehîme ye.
Gerîla Helo Mihabad ku bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, berpirsê tîma sê kesî ya gerîlan e. Artêşa Tirk gelek caran xwest bikeve vî girî. Di her carekê de hewldana artêşa Tirk hatiye dîtin û gerîlayan rê nedaye vê yekê. Li vê derê bi sedan leşkerên artêşa Tirk dixwestin bikevin vî girî, lê di her carekê de li rastî berxwedana gerîla Helo dihat û hat astengkirin.
EM LI BENDA LEŞKERAN BÛN
Gerîla Helo wiha behsa pevçûnên dijwar ên li herêmê dike: “Em sê kes li girê Şehîd Rehîme diman. Di 9’ê hezîranê de heval ji bo avê bînin çûbûn ser kaniyê, em li cihekê li benda dijmin bûn. Jixwe demek dirêj bû li herêmê operasyon hebûn, mirov nedizanî leşker dê kengî bên. Ji ber wê jî em li cihek saxlem bi cih bûn û em li benda hatina dijmin bûn. Gava her du heval diçûn avê, min jî li derdorê meyzand. Min di carekê de dît, dijmin gulle li du hevalên me reşand. Lê hevalan xwe parast. Leşker piştre vegeriyan girê Oremarê.Me ji bo tedbîran wê neqebê girtibû. Cihê ku hatibû girtin, stratejîk bû.
DIJMIN RÊBAZA DIZÎKÎ DIXWEST BIKEVE HERÊMÊ
Me digot ger dijmin li hemberî gir dest bi operasyonekê bike, dê pêşî ji hewayî û bejahî ve bombebaran bike û piştre bên. Ji ber ku ev rêbaza klasîk a artêşên bi rêkûpêk e. Lê dijmin wiha nekir. Bê ku teknîkê bi kar bîne, xwest bi rêbazên dizîkî bikeve gir. Lê me hesabê vê yekê jî kiribû. Me li gorî wê her tim keşf dikir.
Êvara 9’ê hezîranê dema min keşfê dikir, min liv û tevgera dijmin dît. Em sê kes li ser gir bûn. Lê dema em li benda dijmin bûn, em pir bi moral û heyecan bûn. Min ji her du hevalên din re jî got. Gotin ‘bila bên’. Me her tim di navbera xwe de espirî dikir û dikeniyan.
DI TAVA HEYVÊ DE PEVÇÛN: 3 LEŞKER MIRIN
Êvarê saet 20.00, min herêmê şopand. Ez hinek daketim cihê ku em lê bûn. Min li cihek hin deng bihîst. Kevir girêr bûn, min pêşî got dibe pezkûvî bin. Piştî ku min guhdar kir, dengên wan ne asayî bûn. Tava heyvê hebû. Min xwe xist pişt zinarekî û guhdarî dengê wan kir. Piştî demekê, min zanî leşekrên dijmin in. Leşker ji sê aliyan ve ber bi girê ku em li ser bûn ve dihat. Di navbera min û leşkerên dijmin de 30 metre rê tune bû. Min xwest biçim ji her du hevalên din re jî bêjim. Piştî ku min xwest vegerim, min dît ku komek leşker li wê derê ye jî. Wana ez nedîtim. Di navbera me de 8-9 metre hebûn. Min jî hedef girt û gule li wan reşand. Du leşker hema li wir mirin. Leşker matmayî bûn û hinek ji wana qîr dikirin. Min tevgerên wan dişopand. Li wir du leşker derketin ser zinar, min li wan jî xist. Yek ket ber zinar, yê din jî di aliyê din de ket. Piştre leşkeran jî gule li min reşand û min cihê xwe guhert.
ME LEŞKERAN DIŞOPAND
Ev pevçûn di nava çend deqeyek de pêk at. Ez zû çûm ba hevalên xwe. Her du hevalan jî dengê guleyan bihîstibûn û xwe amade kiribûn. Min ji wan re got. Me her sêyan çepera xwe girt. Em demek li bendê man, lê bêdengiyek hebû. Saet 12.00 me dît ku leşker ji du aliyan ve tên. Ji bo derdorê ronî bikin, bombeyên derdorê ronî dikin avêtin. Me jî di wê ronahiyê de dît ku dijmin mirî û birîndarên xwe dibe.
Roja din, min dît ku 12 leşker diçin qereqolê. Min ji hevalan re got. Min got 3 hatine kuştin, yek birîndar bûye û yekîneya din jî vegeriyaye qereqolê. Hevalan jî çeperên xwe girtin, ew roj bêdengî hebû.
Roja sêyemîn, serê sibê, her du heval dîsa çûn avê bînin. Min ji hevalan xwest ku dema diçin avê, hev du biparêzin. Saet 09.30 dengê çekan hat. Min di carekê de dît ku nêzî 50 leşker derdora girê ku em li ser bûn girtine. Min ji xwe re got ku ev rehet nasekinin û ji cihek ku min texmîn nedikir ve hatin. Min got ku ez ê tevgerên wan bişopînin û wana bixapînim. Ji ber ku ez tenê bûm, ji du aliyan ve dihatin. Çend deqeyek mabûn. Min got ku ez heta nefesa xwe ya dawî jî dest ji vê girî bernadim. Heval herî kêm 40 deqe ji min dûr bûn. Leşker bi Tirkî diaxivîn, lê min fêm nedikir. Min leşkerek diaxivî dît û min lê xist, ket û mir. Du leşkerên din ber bi min ve hatin, min li wan jî xist. Yek ji zinaran ket. Min li aliyê din nêrî 3 leşkerên din hatin. Hema bêje gihiştin serê gir û min li wan jî xist. Piştre gule diavêtin girê ez li ser bûm. Min cihê xwe guhert. Pevçûnek dijwar rû da. Ev pevçûn bi qasî 30 deqe berdewam kir. Min di vê pevçûnê de cenazeyê 5 leşkeran dît. Jixwe yek jî birîndar dibû û diqêriya.
PEVÇÛNEKE DIJWAR HEBÛ
Cihê min ji yê leşkeran baştir bû û min wana bi rehetî didît. Her du heval jî gihiştin ba min. Ez jî rehet bûm êdî. Min ji xwe re got ger niha artêşek jî were nikare tiştek bike. Piştre komek din a hevalan hat. Êdî tu gumanên me nema. Hejmara me zêde bû, dijmin xwest bi dizîkî ve bikeve gir, lê pevçûnek dijwar qewimî. Wendahiyên mezin ên dijmin çêbûn. Me tam zelal nekir, lê pevçûn bi qasî saetekê berdewam kir.
PIŞTÎ KU NEKARÎ GIR BIGIRIN, PAŞ DE VEKIŞIYAN
Piştî ku dijmin zanî ew nikare tiştek bike, dest bi karanîna çekên giran kir. Girê ku em li ser bûn bi balefir, kobra, hewan, obîs û tankan hat bombebarankirin. Ev bombebaran du rojan berdewam kir. Ji ber ku cihê me saxlem bû nekarî tiştek bikin. Piştî ku dijmin nekarî gir bigire, neçar ma ku di roja pêncemîn de paş de vebikişe.