Gerîlayên HPG’ê şevê din li dijî yekîneyên artêşa Tirk ên li herêma Oremar a navçeya Gevera Colemêrgê ji sê aliyan ve çalakiyek li dar xistin, di encama pevçûnên dijwar de herî kêm 8 leşker mirin û 16 leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku pevçûn berdewam dikin.
Piştî şerê heta bi dirêjahiya şevê berdewam kir, gelek leşker bi rêya bejahî û hewayî veguhestin herêma Ormerarê. Hat ragihandin ku leşkerên birîndar şandin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.
Cîgirê Waliyê Colemêrgê Onder Bozkûrt, daxuyand ku di êrîşê de leşker mirine, lê diyar kir ku wana tam nezanî ka çiqas leşker mirine.
Hat ragihandin ku li herêmê operasyonên berfireh hatin destpêkirin û pevçûn berdewam e.