Li Nisêbînê wesayîtekî Kirpî hate îmhakirin

Li navçeya Nisêbînê ya ku berxwedana xwerêveveriyê didome de wesayîtekî zirxî ya Kîrpî hate îmhakirin.

Li navçeya Nisêbînê ya ku berxwedana xwerêveveriyê didome, wesayîtekî zirxî ya Kîrpî hate îmhakirin.

Êrîşên qirkrinê yên çeteyên Qesrê yên ku ji 14’ê Adarê ve li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî berxwedana xwerêveberiyê dane destpêkirin, berdewam dikin. Çeteyên Qesrê yên ku bi her cure teknîka pêşketî ve şer dike, dixwazin Nisêbînê dagir bikin. Li hember van êrîşa jî hêzên YPS û YPS-JIN bersivên xurt didin. Li navçeyê wesayîtên zirxî taxan didin ber topan. Îro seat derdorî 17:45’an çeteyên AKP’ê xwestin bi wesayîta Kîrpî bikevin Taxa Kanîka, di encma hedefgirtina hêzên YPS û YPS-JIN’ê de wesayît hate îmhakirin.