Li Nisêbînê teqîn: Polîsek mir

Li Nisêbînê êrîşên hêzên dewleta Tirk û berxwedana gel didome. Di teqîna dema derbasbûna wesayîta zirxî de polîsek mir, 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên qirker ên dewleta Tirk û her wiha berxwedana hêzên YPS û YPS Jin didomin. Ji taxên ku teqînên dijwar jê tên, dûman bilind dibin. Her tim ambûlans sewqî taxan tên kirin.

Li Taxa Yenîşehîrê ya xendek û barîqat nîne jî tîmên taybet ên Tirk ser malan de digirin. Li malan lêgerînê pêk tînîn, malên ku kes lê nînin jî deriyên wan şkandin.

Her wiha dema wesayîta zirxî hewl da bikeve Taxa Dîcleyê teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê ji cihê bûyerê dûman bilind bûn, tîmekî taybet mir, 3 tîmên taybet jî bi giranî birîndar bûn.