Li Nisêbînê tankek û kobrayek hatin rûxandin

Li Nisêbînê tankek û kobrayek ku ji aliyê YPS û YPS-JIN’ê ve hate derbkirin.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku bi rojan e êrîşên dewletê lê didomin, berxwedana gel jî her ku diçe xurtir dibe. Tîmên ku dixwazin bikevin taxa Firatê rastî bersivên YPS û YPS-JIN’ê hatin û paşve vekişiyan. Di saetên nîvro de wesayitek zirxî ya ku bi navê Kobra tê nasîn dema xwest bikeve taxê teqînek pêk hat û di encama teqînê de wesayit hat asta ku hew bê bikaranîn.

Di saetên êvarê de tankek din a hate rûxandin jî ji taxa Firatê bi kaşker a leşkeri ve hate derxistin. Hat dîtin ku tank nêzî tevahî hatiye derbkirin û ji bo ku neyê dîtin çadir avêtine ser. Tank û kobraya ku hatiye derbkirin bi kaşker ve derxistin û birin hewşa dibistana Emîre Gozlu ya li derveyî bajêr.

Êrîşên li dijî taxan dom dikin.