Li Nisêbînê tankek din jî hat derbkirin

Li taxên Nisêbînê şerên dijwar pêk tên, tanek din ya ku xwest bikeve taxê ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jin ve hat derbkirin. Tank bi wesayîta barhilgir ji cihê şer derxist.

Li Nisêbînê êrîşên qirkirinê dijwar dibin, hêzên YPS’ê bi berxwedanê bersiv didin.

Êrîşên topan ên li hember Taxên Dicle, Firat, Abdulkadîrpaşa, û Yenîşehîr ji danê sihbehê ve zêde bûne, li taxê bi saeta ne êrîşên dijwar pêk tên.

Li Taxa Firat a ku li pey hev teqîn rû didin dûman bilind dibe.

Li ser êrîşên çeteyên AKP’ê yên ku bi tankan malan dihilweşînin û pêş de tên hêzên YPS’ê bersivên xurt didin.

Tankek din a ku xest bikeve taxê ji aliyê hêzên YPS’ê ve hat derbkirin.

Tankaka ku bêkêr bû, bi wesayîta zirxî ya barhilgir ji cihê bûyerê li ser Rêya Îpekê re birin kampa AFAD’ê.