Li Nisêbînê maşîneke zirxî hat rûxandin
Li Nisêbînê di encama çalakiyeke bi roketan de maşîneke polîsan a zirxî hat rûxandin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans çûn cihê çalakiyê.
Li Nisêbînê di encama çalakiyeke bi roketan de maşîneke polîsan a zirxî hat rûxandin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans çûn cihê çalakiyê.
Li qada berxwedanê Nisêbînê, hêzên YPS/YPS Jin li nêzî otogara kevin bi roketan çalakiyek li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra pêk anîn. Di encama çalakiyê de maşîna zirxî îmha bû. Piştî çalakiyê maşînên zirxî yên li heman herêmê bi saetan gule li Taxa Firatê reşandin.
Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku di çalakiyê de polîsekî tevgera taybet hatiye kuştin, 2 polîsên tevgera taybet jî birîndar bûne.