Li Nisêbînê mal bi zorê tên valakirin
Li Nisêbîna ku berxwedan her ku diçe zêdetir dibe malbatên ku naxwazin malên xwe vala bikin bi zorê dibin salonên werzîşê.
Li Nisêbîna ku berxwedan her ku diçe zêdetir dibe malbatên ku naxwazin malên xwe vala bikin bi zorê dibin salonên werzîşê.
Li Nisêbîna ku berxwedan her ku diçe zêdetir dibe malbatên ku naxwazin malên xwe vala bikin bi zorê dibin salonên werzîşê. Tîmên taybet di malên malbatên ku ji ber hêzên dewletê nikarin vegerin malên xwe de cih dibin.
Li Nisêbîna ku berxwedan her ku diçe zêdetir dibe malbatên naxwazin malên xwe biterikînin bi anonsan rastî gefa hêzên dewletê tên. Malbatên ku ligel hemû zor û gefan malên xwe naterikînin jî tê xwestin bi lîstikên ambûlansan ji malan werin derxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ambûlansên li ser banga welatiyan tên, li cihê ku welatiyan bibe nexweşxaneyê dibe salonên werzîşê ya li ser Rêya Armûşê. Hewldanên vegera malan a malbatan jî bi gotinên “wê navçe wêran bibe, ewlehiya we tune ye” tê astengkirin. Her wiha li malên derdora Goristana Moris a li Taxa Yenîşehîrê jî tîmên taybet bi cih bûne.