Li Nisêbînê li ser taxan bombebarana giran
Li taxa Firatê ya Nisêbînê ku danê êvarê tankek hat îmhakirin êrîş bê navber didomin û bi tankan malên welatiyan tên hilweşandin.
Li taxa Firatê ya Nisêbînê ku danê êvarê tankek hat îmhakirin êrîş bê navber didomin û bi tankan malên welatiyan tên hilweşandin.
Taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî danê êvarê tankek hat îmhakirin bênavber tê bombebarankirin. Hêzên YPS û YPS-JIN jî êrîşan dibersivînin û bi berxwedana xwe nahêlin tîm bikevin taxan. Tîmên ku nikarin têkevin nav taxan, ji qada Newrozê û rêya Îpekê êrîşî hundirê taxa Firatê dikin.
Dengê çekên giran ji taxa Kişla û Zeynelabîdînê jî tên. Li heman taxan tîmên taybet ji wesayitên zirxî anonsên teslîmbûyînê li hêzên YPS û YPS-JIN dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN jî bi çekan bersivê didin anonsan.
Li ser taxan ji ber bombebarana giran dûyên reş bilind dibin.