Li Nisêbînê kepçeya zirxî hat îmhakirin
Di çalakiya bi roketê ya li Taxa Yeşîlket a Nisêbînê de wesayîta kepçe ya zirxî hat îmhakirin.
Di çalakiya bi roketê ya li Taxa Yeşîlket a Nisêbînê de wesayîta kepçe ya zirxî hat îmhakirin.
Li Nisêbîn ku bi mehan e di bin êrîşên terora çeteyên dewleta Tirk de ye, êrîşên li ser taxên berxwedanê jî didomin. Wesayîtên ku li derdora nexweşxaneya kevin hatine bicihkirin di tevahiya rojê de Taxên Yeşîlkent û Abdulkadîrpaşa ketûber dan ber guleyan. Taxên ku sivîl lê dijîn bi dêlqeyan bi çekên giran gulebaran kirin, gel li dijî êrîşan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Wesayîtên zirxî danê nîvroyê Taxa Yeşîlketê dan ber guleyan, piştre bi dehan wesayîtên Kobra û zirxî û kepçeya zîrxî sewqî herêmê hat kirin. Di vê êrîşê de bi roketan çalakiyek li hember wesayîteka zirxî ya kepçê pêk hat û wesayît hat îmhakirin.
Guleraşandina ji wesayîtên zirxî ya li ser taxan didome.