Li Nisêbînê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûn

Li navçeya Nisêbînê li kolana Çaxçaxê li hember wesayîta zirxî ya polîsên Tirk êrîşa bi roketan pêk hat û piştî êrîşê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê li kolana Çaxçaxê li hember wesayîta zirxî ya polîsên Tirk êrîşa bi roketan pêk hat û piştî êrîşê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûn.
 Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe û êrîşên polîsên tîmên taybet ên dijwar bênavber didomin. Li kolana Çaxçaxê ya 4 taxên berxwedanê digîhîne hev, wesayîta tîmên taybet a ku hatiye bicihkirin bênavber tax gulebaran dikir. Dema wesayîta zirxî tax gulebaran dikir li dijî wê çalakiya bi roketan pêk hat û teqînek mezin rû da. Piştî çalakiyê herî kêm 3 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Tîmên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.