Li Nisêbînê êrîş dijwar bûn
Li taxên berxwedanê yên Nisêbîn şer dijwar bûn, li ser hev teqîn pêk hatin. Gelek ambûlans û wesayîtên zirxî sewqî taxên tên topbarandin kirin.

Li Nisêbînê ku pêkanînên terora dewletê û êrîş zêde bûne, berxwedana hêzên YPS’ê dewam dike. Li ser taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle êrîşên danê sibehê destpê kirin, dijwar bûn. Li taxan teqînên dijwar pêk tên, piştî teqîna li nêzî Dibistana Seratayî ya Bulent Pekdemîr, şewat derket û dûmanên reş bilind bûn. Piştî teqînên li ser hev, gelek wesayîtên zirxî û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî teqînê, ji tankên li qada Newrozê û Rêya Îpekê hatine bicihkirin bi navberên 3 deqeyan, topbarana li ser taxan destpê kir. Tax di heman demê de hatin gulebarandin, topbaran jî dewam dikin.
Wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya kevn hatine bicihkirin jî tax girtin bin gulebaranê. Hêzên YPS û YPS Jinê bersivên tund didin êrîşan.
Hate dîtin ku kaşkerên bi palet çûn cihê şer dijwar dibin.