Li Nisêbînê berxwedana li dijî 'qedexe' didome
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li hemberî 'qedexeya derketina derve' dewam dike.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li hemberî 'qedexeya derketina derve' dewam dike.
Hevşaredarê Nisêbînê Gok diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê li taxan der bûye, wan xwestine bi tankeran avê bigihînin gel, lê destûr ji wan re nehatiye dayîn.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li hemberî 'qedexeya derketina derve' dewam dike.
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Gok da xuyakirin ku taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Yenîşehîr û Dîcle ev 4 roj in bê av in û wan xwestine bi tankeran avê bibin ji gel re. Gok got, "Li Nisêbînê heta ber destê sibehê şer bi dijwarî dewam kir. Li hemberî êrîşên tîmên tevgera taybet ên Tirk, gel dadikeve kolanan û çalakiya derxistina deng, lidar dixin. Di dema êrîşa li hemberî taxan de Nisêbîn hemû ji nişka ve radibe ser piyan. Şêniyên taxê yên ku bi rojane bê av mane, ji me daxwaza avê kirin."
'GEL HAT HEPSKIRIN, DIVÊ QEDEXE TAVILÊ BÊ RAKIRIN'
Gok ragihand ku wan xwestine bi tankeran avê bibin taxan, lê belê qeymeqam destûr nedaye wan û got, "Em careke din ketin nava hewldanan. Ji ber ku gel bê av e. Em dibînin ku di vî warî de ti erkeke qeymeqam nîne. Wî ji me re got, 'em ê vê pêşniyara we danê vê êvarê binirxînin'. Der barê qedexeya derketina derve de qeymeqam ji xwe bi awayekî vekirî got, ku bi biryara wî ve ne girêdayî ye. Bi rojane mirov li malên xwe hatine hepskirin. Li dijî vê neheqiya li gelê Nisêbînê tê kirin, ji ber ku weke Şaredarî tiştek ji destê me nayê, em gelekî tengav bûne. Mirov bi rojane li malên xwe hepsî bûne. Gel roj bi roj bêhtir bi hêrs dibe, bi vî rengî nikare bê ragirtin. Gelê Nisêbînê niha Kerbelayê dijî. Divê tavilê qedexe bê rakirin û pêşî li jiyana rojane ya asayî bê vekirin."
LI OMERIYANÊ OPERASYON Û ŞER
Gok da xuyakirin ku ji bilî navenda Nisêbînê li herêma Omeriyanê jî operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin û diyar kir ku der barê şerê li vir de ti agahî negihaştiye ber destê wan. Gok got, "Li herêma Omeriyan a Nisêbînê niha di navbera leşker û gerîlayan de şerekî dijwar diqewime. Şer li bejahiya gundên Çalê û Serêkaniyê destpê kiriye. Şivanên li wê herêmê pezên xwe li şûna xwe hiştine û ji neçarî hatine navenda gund. Agahiyên zelal negihaştine me. Di vî warî de em bi qeymeqam re axivîn, lê haya wî jî jê nîne."