Li nêzî bajarokê Eyn Îsa 60 çete hatin kuştin
Şervanên YPG’ê êrîşeke çeteyan a li hemberî bajarokê Sigêro şikandin û herî kêm 60 çete kuştin.
Şervanên YPG’ê êrîşeke çeteyan a li hemberî bajarokê Sigêro şikandin û herî kêm 60 çete kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê saet di 05.00 de ji sê aliyan (başûr, rojhilat û rojava) ve êrîşî bajarokê Sigêro yê bi 25 km'yan dûrî bajarokê Eyn Îsa ye û li ser rêya navbera Kobanê û Girê Spî ye, kirin.
Şervanên YPG’ê bersiveke tûnd dan êrîşa çeteyan, êrîş şikandin û derbên giran li wan dan. Hat ragihandin, di şerê li vir de 60 çete hatine kuştin.
Ev êrîş piştî derbên giran ku çeteyan li Minbicê xwarine pêk hatin.