Li Newroza Hannoverê 70 hezar kesan Bakurê Kurdistanê silav kirin
Li Hannoverê deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê û îlankirina federasyona Rojava hat silavkirin.
Li Hannoverê deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê û îlankirina federasyona Rojava hat silavkirin.
Newroza li hember êrîş û qetlîamên dewleta Tirk veguheriye berxwedanê bi tevlîbûna sed hezaran tê pîrozkirin. Li bajarê Hannover ê Elmanya jî nêzî 70 hezar kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn. Kurdên danê sibehê ji bajarên Munîh, Koln, Berlîn, Frankfûrt, Stûtgart, Hambûrgê bi otobusan herikîn bajarê Hannoverê, li Am Waterloopplatzê kom bûn. Kurdan saet 10.30’an ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin, piştî meşa du saetan dîsa hatin qadê û li vir dest bi bernameya pîrozbahiyê kirin.
Li dika pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah, her wiha Sêvê Demîr, Mehmet Tûnç û şehîdên Newrozê hatin daliqandin. Dîsa li dikê alên PKK, KCK, YPG’ê û pankartên dewleta Tirk protesto dikin hatin vekirin. Li dika Newrozê ku meşalaya Newrozê lê hat pêxistin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Tolhildan”, “Bijî Berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiya” û “Bimire AKP” hatin berzkirin.
Partiya Çep a Elman, YNK, Goran, ABDEM, Yekîtiya Hêzan, Partiya Komunîst a Elman, KNK, tevgerên çep ên Tirkiyeyî, her wiha Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm, Parlamenterê berê ya HDP’ê Demîr Çelîk û gelek siyasetmedar tevlî pîrozbahiyê bûn. Hate dîtin ku komên çep û sosyalîst ên Elmanya wek blok tevlî pîrozbahiyê bûn.
NAV-DEM: LI KURDISTANÊ BERXWEDANA AZADIYÊ MEZIN DIBE
Bernameya Newrozê ya bi sirûda Ey Raqîp destpê kir, bi axaftinên hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç dewam kir. Hevserokan cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kirin, gotin: “Îro li Kurdistanê berxwedana azadiyê mezin dibe. Em Kurdên li Ewropa dijîn jî em ê bi ruhê Mehmet Tûnçan bersivê bidin vê berxwedanê. Em ê têkoşîna xwe bi ruhê serhildanê mezin bikin.”
HEVSEROKÊ KNK’Ê: EM FEDERASYON Û BERXWEDANÊ SILAV DIKIN
Hevserokê KNK’ê Rêbar Reşîd federasyona li Rojava hatiye îlankirin û li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêberiyan silav kir.
Li ser navê ABDEM’ê Şafak Arabaci jî berxwedana jinên Kurd a li Kurdistanê silav kir, got: “Îro berxwedan li Bakurê Kurdistanê bi agirê Newrozê coş dibe. Li Nisêbîn, Sûr û Geverê bilind dibe.”
ŞAREDARÊ HANNOVERÊ: DIVÊ PÊVAJO DÎSA DESTPÊ BIKE
Şaredarê Hannoverê Stefan Schostok jî peyamek şand pîrozbahiyê di peyamê de Newroza gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji bo aştî, xwiştî û biratiyê ez hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike.”