Li navenda Agirî tîmên taybet zextê li gel dikin

Îro saetên sibê hêzên dewleta Tirk li navçeyên Giyadîn û Avkevir ên girêdayî Agirî girtin ser malan. Li Giyadînê 3 li Avkevir kesek hat binçavkirin.

Îro saetên sibê hêzên dewleta Tirk li navçeyên Giyadîn û Avkevir ên girêdayî Agirî girtin ser malan. Li Giyadînê 3 li Avkevir kesek hat binçavkirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di rojên dawî de li navenda Agirî li ser gel zexteke zêde heye û bajêr di dorpêça polîsan de ye. Li bajêr ku tîmên taybet jî digerin, hat ragihandin ku tîmên taybet hewl didin taxan bixin kontrola xwe. 4 kes jî hatin binçavkirin.

Li Giyadînê jî duh bi şev hêzên dewletê girtin ser malan. Tê diyarkirin ku li navçeya Zêdkan a Agirî jî leşkerên Tirk zextan li gel dikin û welatî binçav kirine.

Derket holê ku 24’ê Tîrmehê êvarî jî leşkerên Tirk bi du wesayîtên zirxî hatin gundê Zilpik ê girêdayî Qereyazî ya Agirî û danê sibehê di nav gund de kemîn danîne.