Li navçeya Karaz a Amedê êşkence li gundiyan kirin û ew destgîrkirin
Artêşa Tirk li gundê Xewrê ya navçeya Karaz a Amedê duh êvarê operasyonek dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di operasyonê de êşkence li gundiyan hatiye kirin û ew destgîr kirine.
Artêşa Tirk li gundê Xewrê ya navçeya Karaz a Amedê duh êvarê operasyonek dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di operasyonê de êşkence li gundiyan hatiye kirin û ew destgîr kirine.
Duh êvarê li gundê Xewrê ya navçeya Karaz a Amedê operasiyonek leşkerî hat destpêkirin. Hate zanîn leşkeran ku gund dorpêç kiribûn di ser gelek malan de girtibûn. Her wiha hate gotin ku di operasyona didome de şêniyên gund ji aliyê leşkeran ve hatine êşkence kirin û piştre hatine destgîrkirin.
Nehate zanîn bê ka yên hatinî destgîrkirin ber bi ku derê ve birine. Dorpêça li gund didome.