Li Nantesê polîsan êrîşê protestoya qetlîama Cizîrê kirin/ HAT NÛKIRIN

Li bajarê Nantes ê Fransayê, girseya bi armanca protestokirina qetlîama dewleta Tirk a Cizîrê li pêşiya sefaretxaneya Tirk kom bû rastî êrîşa polîsan hat.

Li bajarê Nantes ê Fransayê, girseya bi armanca protestokirina qetlîama dewleta Tirk a Cizîrê li pêşiya sefaretxaneya Tirk kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Tê diyarkirin ku di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûne.

Qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê li bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Girseya li bajarê Nantes ê Fransayê civiya, li pêşiya sefaretxaneya Tirk dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dema çalakiyê de polîsan êrîş birin ser girseyê, tê ragihandin ku gelek kes hatine birîndarkirin. Tevî êrîşa polîsan jî girse bi dirûşmeya, “Qatil Erdogan” çalakiya xwe didomîne.

Piştî çalakiya li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê bi dawî kirin, ber bi navenda stasyonê ve ketin rê û Birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.