Li Bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê teqîn pêk hat. Di teqînê de zaroka 8'ê salî Seray Yavuz jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku li Bajaroka Qizilxaçê li herêma Çiyayê Qosmeyê yê Zozanê Şenê zaroka 8 salî Seray Yavuz, perçeyek amûr xist destê xwe û amûr di destê wê de teqîya. Di teqinê de Yavuz, jiyana xwe ji dest da. Yavuz ji bo Otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.